Ji bo gelên Ewropa yên Karker û Kedkar
Li Tirkiyê desthilatdariya faşîst, li hemberî girtiyên şoreşger, dest bi êrîşeke nû û bisîstem kiriye. Piştî her rengê pêkutî, işkence, lêdan, desteserkirina maf û işkenceya sirgûnê, niha jî xwe ji bo êrîşa cilên yektîp amade dikin.
Di pêvajoyekê de ku dewleta faşîst û sîstema kapîtalîst-yekdest ber bi hilweşînê ve diçe, ne tesaduf e ku desthilatdariya faşîst li hemberî girtiyên şoreşger dest bi pêla êrîşeke din kiriye.
Dewleta faşîst û sîstem, çi dema dikevin zorê, li hemberî têkoşîna çînên kedkar û gelên tên perçiqandin, çi dema dikevin tengiyê, polîtîkaya dewleta faşîst ya destpêkê serî lê bide, êrîşa ser girtiyên şoreşger e.
Lewre dewleta faşîst û desthilatdarên paşverû-faşîst tevan, her tim bi çavê rehîneyan li girtiyên şoreşger nêriye û ji bo qezenckirina şerê li hemberî çînên kedkar, şertê destpêkê teslîmgirtina girtiyên şoreşger dîtine.
Li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna çînên kedkar, gelê Kurd û girseyên tên perçiqandin û keda wan tê xwarin, ya li dijî dewleta faşîst xurt dibe. Digel bikaranîna tevayiya rêbazên zorê, çîna sermayeyê û yekdest, nikare li kolanan serdest bibe û girseyên gel teslîm bigire. Qeyrana şoreşgerî kûr dibe. Şoreşeke civakî ya ku sîstema mêtîngeriyê tehdîd dike he ku diçe pirtir digihe.
Çîna sermayeyê, ji bo parastina serdestiya xwe û mana li ser piyan, bi tevayiya hêza xwe ketiye êrîşê. Dinyayê tevê dît ka li Kurdistanê çi komkujiyên hovane kirin, çawa weke cenawiran êrîş kir. Lê çi kir jî nikarî îradeya gelê Kurd, çîna kedkar û hêzên şoreşger bişkîne û serî li ber dananîn.
Çîna sermayeyê, niha bi riya terora dewlet û desthilatdariya faşîst, ji bo ku moralê girseyên gel xirab bike, biryardariya têkoşîna wan bişkîne û herî dawî wan teslîm bigire, li hemberî girtiyên şoreşger, digel sepandina cilên yektîp, dest bi pêla êrîşeke fireh kiriye. Çîna sermayekê wisa hesab dike ku, eger girtiyên şoreşger teslîm bigire, wê bikare moralê hêzên civakî yên şoreşê xirab bike, xwestek û îradeya wan ya têkoşînê bişkîne û bi vî awayî wê bikare serdestiya xwe li kolanan ava bike.
Serokwezîrê kevin Bûlent Ecevit, ku li hemberî girtiyên şoreşger, komkujiyke ji komkujiyên herî bixwîn yên dîrokê pêk anî, bi gotina “Heta ku li girtîgehan serdestî pêk neyê, em nikarin li kolanan serdestiyê ava bikin” ev polîtîkaya çîna sermayeyê û dewleta faşîst itiraf kiriye. Piştî vê itirafê, 19ê Kanûna 2000an, di êrîşa ser zindanan de, bi dehan girtiyên şoreşger hatibûn kuştin.
Bi heman awayî, cuntaya faşîst ya 12ê Îlonê, bi hatina ser desthilatdariyê re, êrîşî girtiyên şoreşger yên li zindanan kiriye, bi dehan şoreşger kuştine, işkenceyên nayên pênasekirin pêk anîne, cilên yektîp sepandine û xebitiye ku van rêbazan girtiyên şoreşger teslîm bigire.
Çîna sermayeyê, bi êrîşa bi sîstem ya li hemberî zindanan, girêdana di navbera teslîmgirtina çînên kedkar, serdestiya li kolanan û teslîmgirtina girtiyên şoreşger derxistiye holê.
Ji bo wê, sepandina cilên yektîp jî di navê de, riya rakirina zemînê her rengê êrîşa li hemberî girtiyên şoreşger û gefa êrîşê roxandina zindanan û rizgarkirina girtiyan e.
Girtiyên şoreşger, ji dîroka zindanan heta îro, bi berdêla canê xwe, li hemberî her rengê êrîşa dewlet û desthilatdarên faşîst, derketine, ji bo çînên kedkar û gelên bindest bûne çavkaniya moral. Ev, doh jî wisa bû, îro jî wisa ye.
Li hemberî êrîşa çîna sermayeyê, parastina vê çavkaniya moral, erkê çîna kedkar û şertê rizgariya wê ye. Heta ku zindan neyên roxandin, ne şoreş digihe serkeftinê, ne gel rizgar dibin, ne jî êrîşa çîna sermayeyê tê sekinandin.
Ji ber wê careke din;
Girtiyên Şoreşger rûmeta me ne!
Bila Zindan biroxin ji Girtiyan re azadî!