• FORUM
  • İLETİŞİM
17 Mayıs 2022
  • Giriş
Halkların Birleşik Devrim Hareketi
  • Açıklamalar
  • Bileşenler
  • KBDH
  • Gençlik
  • Eylemler
  • Birleşik Devrim Dergisi
  • Şehitler
  • Forum
  • MATERYALLER
Sonuç yok
Tüm sonuçları göster
  • Açıklamalar
  • Bileşenler
  • KBDH
  • Gençlik
  • Eylemler
  • Birleşik Devrim Dergisi
  • Şehitler
  • Forum
  • MATERYALLER
Sonuç yok
Tüm sonuçları göster
Halkların Birleşik Devrim Hareketi
Sonuç yok
Tüm sonuçları göster

ŞOREŞA COTMEHÊSEDSALÎ YE

25/10/2017
Açıklamalar
0
3
PAYLAŞIM
135
GÖRÜNTÜLEME
Twitter'da paylaşFacebook'da paylaşWhatsapp'da paylaş

ŞOREŞA COTHTMEHÊ, ÎRO JÎ, RÊ NÎŞANÎ ÇÎNA KARKER, GEL Û NETEWEYÊN BINDEST DIKE

Marks û Engels, sala 1848an , bi nivîsa Manîfestoya Komunîst, dan xuyakirin ku sosyalîzm ne ûtopya tenê ye. Li Fransa çîna karker û xizan jî, sala 1871ê, bi îlankirina komûnê, ev rastî da xuyakirin.

Komûnê, digel temenê xwe yê kurt, da xuyakirin ku desthilatdariya burjuva, heta hetayê najî.

Lenin, ji tevayiya tecrûbeyên dîroka têkoşîna çînan, ders derxistin û kirin ronahiya şoreşan; teza “bingehê her şoreşê, pirsgirêka desthilatdariyê ye” derxist holê û da xuyakirin ku, riya azadî û rizgariya çîna karker, gundî, jin û gelên xizan di sosyalizmê de ye. Lenîn, ev rastî ne tenê dinivîsî; bi rêbertiya teoriya gerdûnî ya Marksist-Leninist, li Rusya, bi têkbirina Çar, cara duyemîn pêk anî. Bi vî rengî, du desthilatdarî derketin holê.

Piştî Şoreşa Sibatê û piştî Şoreşa Demokratîk ya Burjuva, bi pêşengiya Lenîn, ji bo pêkanîna Şoreşa Sosyalist, Bolşevikan, di nava çîna karker de, propagandayeke mezin û rêxistineke mezin da destpêkirin. Bi slogana “Tevayiya desthilatdariyan Biçin Sovyetê” Bolşevikan, 25ê Cotmehê, bi serhildaneke çekdarî, desthilatdarî ji burjuva standin û Şoreşa Sosyalîst pêk anîn.

Bi Şoreşa Cotmehê re, li Rusya, dewleta sosyalîst hat avakirin û serdema têkçûna emperyalizmê û şoreşên proleterya dest pê kir. Şoreşa Cotmehê, ji tixûbên Rusya derbas bû û di çarçoveyeke gerdûnî de derket holê. Bi vî rengî û serketina Şoreşa Mezin ya Cotmehê, cîhan bi du sîsteman, sîstema emperyalist û sosyalist wek du parçe derketin holê. Şoreşa Cotmehê, li seranserê cîhanê bandoreke mezin kir; bi vê bandorê, rêze-şoreşan dest pê kir. Ewropa jî di navê de, li seranserê cîhanê olan veda. Sala 1918an li Finlandiya, sala 1918an li Avusturya û Almanya, sala 1919an li Bavyera, li Macaristanê Adara 1919an, şoreşên demkin û hewldanên şoreşan pêk hatin. Sala 1921ê, li Çinê, bi avakirina Partiya Komunîst ya Çinê û digel wê, li gelek welatan, partiyên komunîst hatin avakirin.

Ev teva, di encama Şoreşa Cotmehê de pêkhatin.

Şoreşa Cotmehê, keda karkerên bi zincîr û leleyan hatîn girêdan azad kir. Karê mezin, ku bi keda mezin dihat bidestxistin û di binê destê komek piçûk ya burjuwa tenê de bû, kete binê destê tevayiya komên xelkê. Bi Şoreşa Cotmehê re, gundiyên di jiyana gund de hatîn dîlgirtin, wek koleyên axayên erdê Rusya kar dikirin, rizgar bûn, bûn xwediyê tevayiya erdê Rusya. Erdê Rusya bû malê tevayiya gelan. Xwedîtiya li ser mulkiyetê hat rakirin.

Şoreşa Cotmehê, li Rusya, ku wek zindana gelan bû, zincîr û leleyên koletiyê tev parçe kirin. Gel tev bûn xwediyê ku “qedera xwe bi xwe diyar bikin”. Neteweyên li Rusya dijiyan, sala 1922an, Yekîtiya Komara Sovyeta Sosyalîst ava kirin û di binê yek sîwanê de, wek bira dest bi jiyanê kirin. Şoreşa Cotmehê, jina di binê serdestiya mêr de û di malê de dîl hatî girtin, wek koleya burjuva li baxçeyan, li zeviyan, li fabrîqe û kargehan kar dikir, keda wê dihat talankirin azad kir. Li Sovyetê, jin, ne tenê azad bûn, di mekanîzmayên dewletê de cih girtin û di rêveberiya sîstema sosyalîst de bûn xwedî rol.

Îro, em di 100 saliya vê Şoreşê de ne.

Şoreşa Cotmehê û piştî wê, di şerê 2. Yê parvekirina emperyalîst de, rêze-komarên demokratîk û soyalîst hatin avakirin. Sala 1949an Şoreşa Çînê, Şoreşa Arnawutluk têk çûn, lê bi tevayî ji holê ranebûn. Karker, di nava partiyên komunîst yên van welatan de, xwe birêxstin kirin û bûn desthilatdar. Lê Şoreşa Cotmehê jî di navê de, van desthilatdariyên sosyalîst xwe neparastin. Lê vê têkçûnê, sosyalîzm tine nekir, sosyalîzm îro jî, wek yek riya azadî û hêviya mirovayiyê hebûna xwe diparêze. Di sedsala 21. de jî sosyalîzm riya yekemîn ya azadiya mirovayiyê ye.

Sedsala 21. bi krîza aborî, civakî û siyasî dest pê kir. Krîza sala 2008an, Emerîka û Yekîtiya Ewropa jî di navê de, cîhan tev kir nava sefalet û xizaniyê. Di ti serdemên dîrokê de, navbera dewlemend û xizanan ewqas kûr û fireh nebûye.

Rekabeta di navbera hêzên emperyalist de, bû sedema şeran. Bi taybetî çavkanî û riyên parvekirina çavkaniyên enerjiyê, bûn sedema şer. Hêzan xwest, van çavkaniyan bikin binê kontrola xwe. Şerê li Rojhilata Navî, wêraniya xwezayê, zext û zora li ser civakan, bêkarî, têkbirina mafên sosyal, newekheviya li dijî jinan û polîtîkaya zext û zorê û hwd. rastiya kapîtalîzma îro ye.

Li seranserê cîhanê, li dijî şerên li herêman, li dijî zext û zorê, li dijî koçberî û zilmê dijberiyeke mezin heye. Li tevayiya welatan di rengên cuda de dijberî heye û tevgerên civakî, siyasî û dînamîkên neteweyî û çînî dijberiya xwe nîşan didin. Vê jî, emperyalîst û hevkarên wan kirina nava tirseke mezin.

Bi Şoreşa Cotmehê re, Lenîn, 2. Enternasyonalîstên Sosyal Şoven, ku enternasyonalîzm kirin amûrê parastina burjuwayên xwe, ji nû ve sazkar kir û rengekî nû dayê.

Lenin got “Tenê û yek enternasyonalîsta rast heye: Ew jî ew e ku ji bo pêşxistina mirovên li welatên xwe şoreşgerî û hereketa şoreşgerî û ji bo pêşxistina têkoşîna şoreşê kar dikin, destek bike. Vê jî bê bijartin ji bo tevayiya welatan dike. Ne bi riya propagandayê tenê, bi destek û alîkariya madî û manewî dike.” Van gotinan, rastiya ku gel qedera xwe bi xwe diyar dikin, pêk anî. Îro li Rojava, bi têkoşîna Hereketa Azadiya Kurd, ev rastî bi serketinê tacdar kiriye. Ala serketinê jî, di destê şervanên enternasyonalîst û têkoşerên Kurd de, di lûtkeya herî bilind de hatiye daçikandin. Ev, ruhê Şoreşa Cotmeh ku dijî û bandora wê ye. Şoreşa Cotmehê, bi pratîka xwe, bûye yek ji şoreşên herî mezin yên di dîroka mirovayiyê de û îro jî riya me ronî dike.

HER BIJÎ 100 SALIYA ŞOREŞA SOSYALÎST YA COTMEHÊ!

HER BIJÎ ŞOREŞ Û SOSYALÎZM!

HER BIJÎ DESTNÎŞANKIRINA GELAN YA QEDERA XWE BI XWE!

HER BIJÎ ENTERNASYONALİZMA PROLETARYA !

KARKERÊN WELATAN Û GELÊN BINDEST TE BIBIN YEK!

Önceki Yazı

NIEDER MIT DEN GEFÄNGNISSEN – FREIHEIT FÜR DIE GEFANGENEN

Sonraki Yazı

BILA ZINDAN BIROXIN JI GIRTIYAN RE AZADÎ

HBDH

HBDH

Sonraki Yazı

BILA ZINDAN BIROXIN JI GIRTIYAN RE AZADÎ

EKİM DEVRİMİ 100 YAŞINDA

SON EKLENENLER

TKP-ML Merkez Komite: “Katledilişinin 49. Yıldönümünde İbrahim Kaypakkaya’yı Anıyoruz!”

17 Mayıs 2022

Duran Kalkan: “Efrîn Kurtuluş Güçleri’ni, HBDH milislerini, YPS savaşçılarını selamlıyorum”

12 Mayıs 2022

Duran Kalkan: “HBDH (Halkların Birleşik Devrim Hareketi) bu çizginin temsilcisidir”

12 Mayıs 2022

MLKP Kürdistan/KKÖ Örgütü: “ÎSYAN TOLHILDANA PIRSUSÊ YOLDAŞ ÖLÜMSÜZDÜR!”

12 Mayıs 2022

HBDH Ulaş Bayraktaroğlu Milisleri: “Uyuşturucu Tacirlerine Göz Açtırmayacağız!”

10 Mayıs 2022

Ölümsüzlerin Açtığı Yolda Zafere Yürüyelim – Mehmet Yılmaz Kaya

9 Mayıs 2022

DKP/BÖG MK: “Ölümsüz Komünarlar Kızıl Kurşunlarımızdır”

9 Mayıs 2022
Sonuç yok
Tüm sonuçları göster
  • Açıklamalar
  • Bileşenler
  • KBDH
  • Gençlik
  • Eylemler
  • Birleşik Devrim Dergisi
  • Şehitler
  • Forum
  • MATERYALLER

© 2016 - HBDH.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In